Desthelatdarên Bengladêş piştrast diken ku bi kêmî ve 2,200 kes li karesata barova roja Pêncşembî li başora welatî hatin kuştin.
Lê raportên nûçeyên xwecihî ragehand ku jimara qurbanîyan zêde tire û nizîkî 3 hizar kes hatîne kuştin û bi sedan kes hêşta bê ser û şwînin.
Desthelatdar dibêjin barova binavê Sidr bi sedan hizar mal yên wêran kirî û ya buye egera qetyana elektirîk û hêlên peywendîkirnê.
Serok Bush û Xanima Yekê ya Amerîkî Laura serexweşî li qurbanîyên barovê kir. Her sal Bengladêş di kefite ber barova.
Li sala 1970 nizîkî nîv milyon kes û sala 1991 nizîkî 130 hizar kes bi barovê hatin kuştin.