Karbidestên Leşkerê Amerîkî dibêjin serbazên Iraqî 43 kesêt girtîn ku zorîna wan bîyanî ne, piştî jineke Iraqî li Bexda hat birîndar kirin.
Karbidest dibêjin ew kesêt hatîne girtin 10 Iraqî ne, 21 Sri Lankî ne, neh Nepalî ne, du Fijiyî ne û yek Hindî ye û digel karwaneka otomobîlan da bîn roja duşembî li taxê Kerrada ya Bexda demê dest bi teqekirinê kir. Lê vekolîn berdewam e li ser wê serhatîyê û rewşa saxlemîya wê jinê nehatîye zanîn.
Peyivdarekê Leşkerê Amerîkî got ew karwanê otomobîlan ser bi Almco Group bî ku kompanyayeka baregeh li Dubai ye û kontrakt digel Leşkerê Amerîka heye bo dabîn kirina xwarin û avê.
Ev serhatîya roja yekşembî yek e ji jimareka serhatîyan ku têda kompanyayên parastinên taybetî li Iraqê teqê li xelkê diken. Li xwînavîtirîn serhatîyê, karmendên kompanya Blackwater USA li heyva neh Îlonê li Bexda dest bi teqe kirinê kir û 17 kes kuştin.