Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Pakistanê dibêjît serbazên wan serê gupkekê çîyayê Suad girtîye


Leşkerê Pakistanê dibêjit serbazên wan serê gupkekê stratejîyê çîyayê gelîyê Suad li bakura rojava welatî girtîye.

Karbidestên leşkerî dibêjin serbazan radyoyeke FM jî daêxist ku dihate birêvebirin ji alîyê melayê radîkal Mewlana Fazlullah, ku wî ev radyo bi kar di îna bo danana Şerî'eta Îslamê û cîhada li dijî hikumeta Pakistanê.

Leşker dibêjitin wan bilindtirîn gupkê çîyayê Suad naçîya girtîye û herwisa asêgehekê milîtana û 45 serhildayan di şerê çend rojan da kuştîne.

Bi sedan serbazên Pakistanê jî şerrê milîtanên tagirên Fazlullah dikin ku ser bi bizava Talîban ve ye û çend gund û bajêrokên gelîyê Suad berî niha girtibûn.

XS
SM
MD
LG