Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmedînejad daxwaza pêkînana dadgeheke Îslamî ya navnetewî kir


Serokê Îranê Mahmud Ahmedînejad daxwaza pêkînana dadgeheka Îslamî ya navnetewî kir bo dadgeh kirina tawanbarên şerrî û gunehkarên dî yên dijî mirovanîyê.

Îro sêşembîyê birêz Ahmedînejad ev daxwaz kir li demê gotarekê bo serokên dadwera welatên Îslamî li konferansekê li Tehranê.

Wî gelek hûrkarî rohn nekirin, sebaret ka kî li jêr qanuna dadgeha Îslamî ya cîhanî bête dadgeh kirin û ka kî dê wê dadgehê birêve bibetin.

Civaka navnetewî du dadgeh hene; yek ji bo serederîyê digel tawana û ya duwê jî bo serederîyê digel jêknegirtinan dinavbera welatan da. Bingehên herdu dadgehan li Lahey Hollanda ye.


XS
SM
MD
LG