Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW dibêjît hikumeta Burmî derbarê jimara kuştîyan de derew diket


Rêkxistîya mafên mirovan Human Rights Watch dibêjît leşkerê Burmî bikêmîve 20 kes kuştin li demê lêkdanên hatîne kirin li kombûna kesêt piştevanên demokrasîyê li meha neha buhurî.

Grupa ku bingeha wê li Amerîka ye û piştevana mafê mirovan e raportek belave kir evro heynîye ku têda dibêjin pitir ji sed kesan li bajêrê Rangoon hatîne girtin û dibêjin herwisa ewan neşîyaye pitir pêzanînan kom bikin li derveyî bajêrî demê ku grup dibêjît gelek kesêt dî jî hatine girtin.

Rêxistîya Çavdêrîya Mafên Mirovan dibêjît leşkerê Burmî gelek kes girtîne û herwisa gaza rondika bikarînayne û teqe kirîne dijî xwendekara û kesêt sîvîl û yêt ayînîyêt Budha.

Ew kesêt ku dibêjin hatine girtin bikêmîve 3000 kes hatine girtin heta nûke û piranîya wana xelkê sîvîl e.

Leşkerê Burmî dibêjîtin ew hemî kesî berdayîne ji bilî 80 kesan. Belê raporta HRW dibêjît pitir ji 100 kesêt dî heta nûke yêt di zîndanê de ne.



XS
SM
MD
LG