Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêveberê Polîsê parêzgeha Babil hat kuştin


Karbidestên Iraqî dibêjin bi peqîna bombekê roja Yekşembî li navenda Iraqê rêveberê polîsê parêzgeha Babil hat kuştin.

Karbidest dibêjin bombek bi karwanê otombîlên Ceneral Qeys El-Me’mûrî nizîkî bajêrê Hille peqî û rêveberê polîs û du nubetdarên wî hatin kuştin.

Çekdar zor cara rêveberên polîs yên parêzgehên Iraqî dikene armanc. Li heyva heşt-Tebaxê, rêveberê polîsê parêzgeha Dîwanîye hat kuştin.

Her roja Yekşembî, li hêrişeka xwekujî li bajêrê Bêcî, bakora Iraqê, du serbazên Iraqî hatin kuştin.

Herwesa roja Şembî li hêrişeka xekujî li Bêcî heşt kes hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG