Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîmeke şerezayên Neteweyên Yekgirtî li Îranê ne


Dezgehên ragihandina Îranê eşkere diket ku tîmek şarezayên navokî yên Neteweyên Yekgirtî li wî welatî ne jibo encam dana gotûbêjên zêdetir sebaret çalakîyên navokîyên Îranê.

Ajansên dengubahsên ser bi hikumeta Îranê didine zanîn şandek ji Ajansa Uza Atomî ya Navnetewî îro yekşembîyê gihîştîye Tehranê û dê roja duşembê digel karbidestên Îranê danûstandinê destpêbiket.

Şarezayên Ajansa Uza Atomî ya Navnetewî sebaret paşmayî yên uranyumê pirsyaran bikin ku ji alîyê vekolenerên Neteweyên Yekgirtî ve li Zankoya Teknîkî ya Îranê hatîne peyda kirin.

XS
SM
MD
LG