Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Pakistanê kirkyareke xwekujî ya li gelîyê Sewat bûye egera kuştina heyşt kesan


Karbidestên Paksitanê dibêjin kiryareke xwekujîyê li gelîyê Sewat bûye egera kuştina heyşt kesan rojekê piştî ku leşkerî da zanîn wan nêzîkî hemî milîtanêt alîgirêt Talîbanan ji wê herêmê dûr xistine piştî çend heftîyên şer û pevçûnan.

Karbidestên parastinê dibêjin îro yekşembî kesek polîs û pênc kesên sîvîl hatine kuştin ku du ji wan zarok in demê kesek xwekuj otomobîla xwe ajot nav xalek pişkinînê ya polîsî û xwe teqandî.

Çendîn kes jî dinav vê bûyerê da birîndar bûne.

Dinav bûyerek din ya cuda da termên sê kesan 35 kîlometre dûrî bajêrê sereke yê Sewat li Mîngora hatine dîtin û peyvidarekî leşkerî got ew zelam milîtanêt herêmî bûyne û dûr nîne ji alî xelkê xwocihî ve hatibine kuştin.

Herwisa îro yekşembîyê polîsê Pakistanê dibêjît kesên nenaskirî alîyê kêm sê muşek girtîne balafirgehek li bajêrê Pîşawer li bakûrê rojava welatî.

XS
SM
MD
LG