Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Silêmanîye gorek komel hatîye dîtin


Gorekî komel li nêzîkî kevneserbazgeheke rejîma Baasa herifî li bajarê Silêmanîye hate dîtin. Duhî li demekê ku tîma şarawanîya Silêmanîye li caddeka nûya bajarê Silêmanîye ku dibêjin Şeqamişexmetrînuê ku li nêzîkî Kanîsîke ku taxek nû ye li jêrî dirust kirina cadda nû bûn hastîyê kesek hatine dîtin.

Piştî layanên peywendîdar lê hatine agahdar kirin ew kar hate rasandin ku gumana gorek komel lê dihate kirin.

Evro bi amade bûna bijîjkên dadwerî kesên pisporên vedan û kolana gorên komel û nunerên dezgehên layan peywendîdar, dest bi kolana wî cihî hat kirin ku bizanin tenê hastîyên kesekî li wî cihî bûn yan jî cihê gorê komel e.

Piştî kolana wî cihî hastîyên pênc kesên din jî hatine dîtin û tevaya wan hastîyan rewaneyî bijîjkên dadwerî kirin da ku vekolîn li ser bê kirin û bizanin kengî hatine kuştin û çewa hatine kuştin.

Endamên wê tîmê gumana xwo nîşan dan ku hêjta termên li wî cihî hebin ku heta niha hastîyên şeş kesan hatine dîtin.

Cihê gotinê ye ku her çende hêjta bi fermî nehatîye xuya kirin çewa û kengî ew hatine kuştin li ew cihê ku gorê komel lê hatîye dîtin heta sala 1990 serbazgeheke leşkerê rejima Baasa heriftî bû.



XS
SM
MD
LG