Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Şerîf biryar daye ku pişikdarîyê di hilbijartinên Pakistanê de biket


Bizavêt Hilbijartina vê sibêdê zû destpêkir rojekê piştî serokwezîrê berê Newaz Şerîf û partîya wî biryar dayî ku pişikdarî di hilbijartina de biken ku serok Muşerref biryar daye li heyştê meha yek bêne kirin.

Şerîfî dest bi geryana kirîye dinav welatî da bo zêde kirina piştevanîyê bo partîya xwe, Partîya Komkara Îslamî ya Pakistanî ku berî nûke bizav dikir pişikdarîyê di hilbijartina da neket piştî rêzdar Muşerrefî destûdarêt tengavîyan ragihandî li meha 11 û dadgeha bilind guhartî.

Lê serokwezîreka berê Benazir Bhutto û partîya wê Partîya Gelê Pakistanî ku mezintirîn partî ye li Pakistanê biryar daye ku pişikdarîyê di hilbijartinan de biket li şûna hindê ku meydanê bo rêzdar Muşerrefî bihêlît.

Peyivdarê partîya Şerîfî Îhsan Îqbal got hingî bo demê ew neçar bûn wê biryara stratejî biden dibêje: “Helwesta me di pêş de ew bû ku hemî partîyêt rikeber pişikdarî di hilbijartina de neken da çi bawerê û şer’îyetê bo hilbijartina nehêlin lê mixabin Partîya Gelê Pakistanî ya xanim Bhutto hevbîr nebû digel me û wan got ew dê pişikdarî di hilbijartina da ken.” Îqbal dibêjît partîya xanim Bhutto razî nebû piştevanîya daxwaza Partîya Komkara Îslamî ya Pakistanî biket ku ew dadyarêt rêzdar Muşerrefî ladayn careka dî bênev vegerandin berî hilbijartinan.

Partîya Komkara Îslamî ya Pakistanî û yê dî dibêjin we pê naçît ku hilbijartin di azad û di rewa bin heke endamên dadgeha bilind her eve bimînin ku piştevanêt Muşerrefî ne.

Rêzdar Muşerref li meha 11 destûdarêt tengavîyan ragihadibû û dadyarên dadgeha bilind ladan yêt ku razî nebûn sonda piştevanîyê bo wî bixwin û ragihandina serbixwe hatîye tepeser kirin.

Rêzdar Muşerref got ev biryarêt wî pêdivî bûn da nehêlin maytekirinê bikin di dezgehêt dî da û di bizavêt şerrê dijî terorîzmê da ku pirsa serekî ya hevalbendîya Pakistanê ye digel Washington.

Şareza dibêjin ku rêzdar Muşerrefî daxwaza piştevanîya dadgeha bilind kir çend rojeka berî biryarê bidet li ser qanunîyeta wî ku xwe bikete berbijar bo hilbijartinên serokatîyê.

Gelek caran Washington bêzarîya xwe dîyar kirîye beramberî hevalbendê xwe yê nêzîk rêzdar Muşerref û jê xwast destûdarêt tengavîyan rabiket û kontrolê li ser dezgehêt ragihandinê û sîyasetvanêt hevrik bi domahî bînit.

Serok Muşerrefî gotibû ku ew dê li 15ê vê mehê destûdarêt tengavîyê raket û di ser hindê ra ku bizav kirîne ku hevrikêt xwe bêdeng biket belê soz jî daye ku hilbijartinêt azad û rewa bêne kirin.

XS
SM
MD
LG