Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gordon Brown di yekemîn seredana xwe da bo Afganistanê çû bingehê leşkerî yê Brîtanî li Helmend


Rêzdar Brown sipasîya serbazan kir li ser kar û xebata wan berî biçîte Kabulê da digel karbidestêt Afganî kom bibît.

Seredana rêzdar Brown di wextekî da tête kirin ku Hêzêt Hevalbendan bi rêberîya NATO careka dî çûne parêzgeha Helmend ku bingehekê xurtê Taliban e.

Hêzêt Hevalbendan li heftîya buhurî dewrûberêt Musa Qel'a girtibûn û karbidestê NATO got Hêzêt Afganî evro çûne nav bajêrokî da piştî jimareka milîtanan hatîne kuştin bi hêrîşeka firoka dijî rêkêt hatin û çûna çekan bo Taliban.

Li meha du milîtanêt Taliban Musa Qel'a kontrol kiribû piştî hêzêt Brîtanî hatine vekêşan û parastina bajêrokî dabûne destê rêberêt xwocihî.

XS
SM
MD
LG