Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li hêrîşeka xwekujî du polîsên Iraqî li Bexda hatin kuştin


Karbidestên Iraqî dibêjin hêrîşberekî xwekuj otomobîlek nêzîkî malind û sîyasetvanên Iraqê li Bexda peqand.

Di wê peqînê da du nobetdarên parastinê hatin kuştin û 12 kesên dî birîndar bîn.

Ew peqîneya sibêdeya evro sêşembî li rojavaya Bexda li nêzîkî malên serokwezîrê berê yê Iraqî Îyad Ellawî, ku Şî'e ye perlamantarê Sunnî Salih Mutlaq çêbîn.

Karbidest dibêjin ew qurbanî nobetdar û polîs bîn.

Bi layekî dî ve bi peqîna bombekê ku li nav termekê hatibû veşartin li başûra Bexda serbazekî Iraqî hat kuştin û heft kesên dî birîndar bîn.

Şeva duşembî çend çekdarek bi suwarê motosîklê rêveberê nexwoşxana derunî ya Bexda kuşt.

Herwisa Leşkerê Amerîkî ragihand ku pênc kes ji layê Hêzên Hevalbendî ve hatîne girtin bi gumana kuştina rêveberê polîsê parêzgeha Babil li roja yekşembî.

XS
SM
MD
LG