Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîlî û Felestînî jinûve dest bi danûstandinên aştîyê dikin


Karbidestên Îsraîl û Felestînê hatîye dîyar kirin ku danûstandinên fermî yên îro çarşembîyê li Urşelîm-Qudsê jinûve dest pê bikin piştî ku bo muddehên heft salan hatibûne ragirtin.

Herdu alîyan soz dayîne ku danûstandinê bikin bi armanca gehêştin bi rêkeftina çêkirina du welatan hetanî dawîya sala bihêt.

Wan hikumetan meha borî pêgîr bûna xwe bi danûstandinan nîşan dan dinav Konferansa Aştîya Rojhilata Navîn ku bi mêhvandarîya Amerîka li Annapolis li wîlayeta Marylandê bi rêva çû.

Danûstandinên aştîyê rojekê piştî kuştina şeş milîtanêt Felestînî li Kerta Xezze hatine destpêkirin demê Îsraîl li gor jêderên herêmî berfirehtirîn hêrîşa leşkerî dinav çend mehan da li ser erdê Felestînî encam dayî.

Şahidên Felestînî dibêjin nêzîkî 30 tankên Îsraîl û otomobîlên leşkerî roja sêşembîyê çûne hundurî Kerta Xezze.

XS
SM
MD
LG