Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komandarê bilindê Libnanî bi peqînan hat kuştin


Bi peqîneka xurt û bi hêz asin û şûşe parçe kirin û parçêt konkrît û bi sedan yarda dûr da havêtin. Generalê leşkerê Libnanî Francois Hajj demûdest hate kuştin.

Generalî serokatîya kiryarêt leşkerî dikir û çaverê dihate kirin ku bibîte qumandarê bêt yê leşkerê Libnanî.

Otomobîla generalî bi dirustî hatibû wêran kirin bi wê peqîna li rexê caddê nêzîkî Wezareta Berevanîyê li rendeka Ba'abda li Beyrutê. Raport dibêjin ku termê wî çend pêngaveke dûr havêtibû.

Ev kuştine di wextekî da hate kirin ku Libnan di pêngaveke dîrokî ya hessas de derbaz dibît. Eve 18 roje ku Libnanê çi serok nîne û giriftarîyêt sîyasî yêt mezin peyda bûne. Leşkerê Libnanî bizav dikir ku tenahîya welatî bi parêzît.

Rêberê Partîya Niştimanî ya Azad ya Libnanî Durî Şem'un ku yê nêzîkî hikumeta hevalbendîya 14ê Adarê ye dibêjît kuştina Hajj bizavek e da Libnanê dinav alozîyan da berdewam biken û nehêlin hilbijartinên serokatîyê bêne kirin û dibêje:

"Be biruway min her kesek em karey encam dabêt xwazyarî supayekî bi hêz nîye û herweha naweyêt helbijartinakey serokayetî le Libnan da saz biderên. Ewana hewl dedin baredoxeke be tewawî temûmijî bihêtewe û herwiha ewey ême hewlî boy dideyn ragirîyn hawkat hewelatîyaynî Libnanî dîkeynaspak hewl didin helbijartinekaynî serokayetî saz bidrêt."

Şim'un dibêjît her kesekî ev gunehkarîye kirî bizavê diket bo wêran kirina Libnanê û reng e hevalbend bît digel rikeberîya ser bi Surîya û dibêjît:

"Ewan aştîbûnewey niştimanî nawêt, min mebestim opozîsyon e, herwiha hewpeymananî opozîsyon ewanîj aştbûneweyî giştîyan nawêt, ewan Libnanekî corîcawazyan dewêt ewêy ku hewlî bo dedin, renge Libnanekî nakok û dabeşbû, yan lewaneye corek le Libnanîyan bûye tika li ser binamekanî destûrî rasteqey nebêt. Balam bi dilnîyayî ye û lay ême rohn û aşkira ye ewaney em tawaney emro encam da ewane pêkena legel opozîsyon da kar dikin."

Hilbijartinên serokatîyê eve heyşt caran têne paşêxistin di van heftîyêt vê domahîyê da li ser hindêra ku rêkeftinek heye linavbera hevalbendîya dijî Surîya û rikeberîya ser bi Surîya bi rêberayetîya Hizbullah ku qumandarê leşkerê Libnanî Michel Suleyman bibîte serokê bêt yê Libnanî.

Hizbullah û hevalbendê wê yê berê yê serekî qumandarê berê yê leşkerî Michel Aoun bizav kirîye ku hindek jiber danana ji hevgalbendîya 14ê Adarê werbigrin bo pêkînana hikumeteka nû berî hilbijartina serokekî.

Endamê parlamanî Îbrahîm Ken'an ku yê nêzîkî general Aounî ye dibêjît evserê leşkerî ku hatîye kuştin nêzîkî general Aoun bû ku hindek gotgotek hene dibêjin reng e ku general Aoun armanca serekî ya hêrîşê bûye û dibêjît:

"Ema gurzekî kuşinde bû li oqre û aramî Libnanekan em gurzej ke arasteyî supayî Libananî kire armancî têkdanî oqre û aramî Libnanekan e û her wek xotan dizanin supayî Libnanî li maweyî çend hefte û mangên rabirdu da rolekî girîngî le pênaw hêştinewey yekîney û herwiha hêştiney alayî Libnanî li seranserî Libnan day bînî."

Generalê hatî kuştin dibîte navdarê nehê ku li Libnanê têne kuştin ewey meha du sala 2005, demê serokwezîrê berê Refîq'l Herîrî hatîye kuştin. Endamêt parlamanî ji hevalbendîya 14ê Adarê ya dijî Surîya Dîmeşqê xetabar diken beranberî piranîya van kuştina. Herwisa jimareka kesan Surîya xetabar kirîye beramberî peqandina evro jî. Lê Surîye mandel û haşa diket.

XS
SM
MD
LG