Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Afganî û NATO li başûrê vî welatî bi sedan xirabkar kuştine, birîndar kirine û girtine


Wezareta Berevanîya Afganistanê didete zanîn ku hêzên Afganî û NATO dinav şerê vê heftîyê da digel xirabkarên Talîban bi merema derkirina wan li bajarê Musa'el Qal li başûrê welatî bi sedan xirabkar kuştine, birîndar kirîne yan jî girtine.

Peyivdar Zahîr Ezîmî îro pêncşembîyê gote rojnamevanan çendîn qumandarêt serhildayan û şerkerên bîyanî jî dinav van kuştîyan da ne, di encama wê operasyona serkeftî da û wî peyivdarî got ew nikarît hejmarek serrastîya kuştîyan berdest biket liber ku hêjta termên wan têne kom kirin.

Wî got hêzên NATO û Afganistanê herwisa kombûneka Talîbanan li çîyayêt Sengîn li devera Musa'el Qal bombebaran kirîne ku têda xesaretek giran gihîştîye wan.

Wan Talîbanan nêzîkî heyşt mehan berî niha kontrola Musa'el Qal li wîlayeta Helmend girtibû destê xwe.

Dinav kiryarek din ya tundûtûjîyê da Wezareta Navxwe ya Afganistanê got mînek jêrerd teqîya û bûye egera kuştina şeş kesên sîvîl û şeşên din jî birîndar bûne li wîlayeta Uruzgan ku îro pêncşembîyê çêbûyî.

XS
SM
MD
LG