Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Amerîkî li Iraqê êrîşên roja çarşembîyê li Amara tawanbar dikin


" hspace=2 src="/kurdi/images/ap_iraq_us_petraeus_6dec07_eng_195.jpg" width=210 align=right vspace=2 border=0>Karbidestêt mezin yêt Amerîkî li Iraqê bi tundî hêrîşêt roja çarşembî li Amara tawanbar dikin ku bi kêmîve 40 hatîne kuştin û 125 kesêt dî birîndar bûyin.

Bajarê Amara li başûra Iraqê ye û piranîya xelkê wê Şî'e ne.

Balyozê Amerîkî Ryan Crocker û komandarê hêzên Amerîkî li Iraqê General David Petraeus di belavnamek hevpişk da soz da ku hevkarîyek nêzîk digel karbidestêt Iraqî bikin bo peyda kirina hêrîşkeran.

Çi alîyan berpirsyarîya xwe beramberî wan hêrîşan dîyar nekirîye ku peqandina sê otomobîlêt bombekirî bûn û armancêt wan gerajek bazarek û bingeheke polîsan bûn.

Gelek kesên ku hatîne kuştin ew bûn ku li wêrê xirvebûbûn piştî peqîna yekê.

Herêmêt başûra Iraqê ku piranîya xelkê wan herêman Şî'e ne dûr bûne hi hêrîşêt mezin li şerêt navbera tîreyêt Şî'e zêde bûne di wextekî da ku Brîtanya dê karûbarêt parastinê dete destê karbidestêt Iraqî.

XS
SM
MD
LG