Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Pakistanê bi du êrîşên xwekuj bi kêmîve 11 kes hatine kuştin


Leşkerê Pakistanê didete zanîn du teqînên xwekujîyê li xaleke pişkinîna leşkerî yê Quetta navenda wîlayeta Belucistanê ku dikevîte başûrê rojavaya welatî bûne egera kuştina alîyê kêm 11 kesan.

Karbidest dibêjin îro pêncşembîyê xwekujê yekê li nêzîkî rêzek otomobîlan ku li benda pişkinînê rawestabûn xwe teqand, wextê xelk li cihê bûyerê kom bûn bombeçîyê duwe jî xwe teqand.

Wîlayeta aloza Belucistanê bi awayek adetî wan êrîşên bi bombeyan û teqe kirinan bi xweve dibînît û gelek caran grupên neteweperwerên Beluc bi wan karan têne tometbar kirin ku şerê hikumeta navendî dikin jibo otonomîyek pitir û pişkek pitir ji dahatîya petrol û gaza xwerestîya herêmê.

XS
SM
MD
LG