Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pervez Muşerref qanuna destûdarên tengavîyê rakir


Serokê Pakistanê Pervez Muşerref qanuna destûdarên tengavîyê rakir ku bo demê şeş heftîya berdewam bî.

Wezîrê Ragihandinê Nîsar Memun got birêz Muşerrefî fermanek mor kir bo bi domahî înana destûdarên tengavîyê ku li roja sêyê heyva 11 hatibû ragihandin.

Serok Muşerref evro gotarekê pêşkêşî welatî diket.

Dadpirsê giştîyê Pakistanê Malik Muhammed Qeyyum gote Dengê Amerîka nûke welatîya dîsa mafê azadîya raderbînîdibît û hinek tixuvdarkirinên mîdyayê têne rakirin.

Roja eynî serok Muşerref jimareka gorankarîya li destûrî kir da rewayîya qanunî bidete kiryarên xwo û berhelestkarên xwo bêdeng biket.

Ew gorankarîyên destûrî pêk hatine li zor bi karneşîn kirina dadwerên ku qanuna destûdarên tengavîyê red kiribî û çewanîya birêve çûna hilbijartin û nehêlana tixuvdar kirina gera posta serokwezîrî ku berî nûke bi tenê du gerbûn.

XS
SM
MD
LG