Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêkeftineke veguhastina deshtilatê hate îmza kirin di navbera karbidestên Iraqî û Brîtanî de


Hêzên Brîtanya berpirsyaretîya parastina parêzgeha Besra li başura Iraqê dayîne destê karbidestên Iraqî.

Qumandarê Hêzên Brîtanya li Besra General Graham Binns rêkeftinek veguhastina desthilatê îro yekşembîyê dinav rêûresmekê da îmza kir bi amade bûna karbidestên Iraqî û Brîtanyayî.

Ev bûyere dinav nemayîşek leşkerî ya serbazên Iraqê û herwisa keresteyên leşkerî de birêve çû.

Besra yek e ji mezintirîn parezgehên Iraqê ku jibo kontrol kirinê ji alî Hêzên Brîtanya ve teslîmî Iraqîyan tête kirin.

Ew parêzgeh parêzgeha nehê ye piştî çûna Hêzên Hevalbendan li sala 2003 bo nav Iraqê ku hetanî niha ji alî wan hêzan ve teslîmî desthilatdarên Iraqê têne kirin.

Wezîrê Derve yê Brîtanya David Miliband dinav rêûresma îro da got Brîtanya dê weku dostek Iraqê bimînit.

XS
SM
MD
LG