Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hillarry Clinton û John McCain ji alî rojnamekê ve hatine pesend kirin


Kandîda serekî ya hilbijartinên Amerîka Hillary Clinton û John McCain pesend kirinek ji alîyê rojnameyekê ve li Iowa pêgiheştîye cihê ku meha bêhêt yekem pêngava proseya hilbijartinê li wê derê dest pêdiket.

Rojnama Des Moines Register senator Clinton jibo berbijarîya Partîya Demokrat û senator McCain jibo Partîya Komarî pesend kirîne û didete zanîn ku ew herdu rikeberêt serekî ne û amade ne jibo rêberî kirina hêvîyêt serokatîya Amerîka.

Her di vî demî de rojnama Boston Globe senatorê Demokrat Barack Obama pesend kirîye di demê wî jît ew bersiva pêwîstîyên Amerîka bi temamî didet bo serokekî ku xwedîyê hesta cîhanek berfirehtir bit.

Wê rojnamê herwisa senator McCain pesend kirîye û didete zanîn ew kesek rast û rast di axivît û dê bikarît alîkarîyê biket Amerîka bibîte welatekî xuya û berçav.


XS
SM
MD
LG