Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranê piştrast kir ku yekem barê sutemenîya Rusî wergirt


Îranê piştrast kir ku yekem barê sutemenîya Rusî bo navenda hêza navokîya Buşehr wergirt.

Ajansa dengûbahsa nîvfermî ya Îranê ISNA evro duşembî gotina karbidestekî Îranî belav kirîye ku dibêjît ew 82 tonêt sutemenîya bo operasyona yekem sala navenda Buşehr e.

Karbidestekî dî yê Îranî dibêjît digel wergirtina sutemenîyê Îran zaxkirina uranyumê ranagrit.

Her evro Wezareta Derveya Rusî ragihand ku sutemenîya navenda Buşehr dê li jêr kontrol û çavdêrîya Ajansa Hêza Atomîya Nêvnetewî bit li Îranê.

Tehranê ragihandîye ku çalakîyên navokîyên wê li Buşehr û navendên dî bitenê bo mebestên sivîl e lê Amerîka û hevalbendên wê yên rojavayê Îranê gunehbar dikin bi kar înana bernamêt navokî bo çêkirina çekên navokî.

XS
SM
MD
LG