Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîra Derveya Amerîka Condoleezza Rice li Bexda ye


Wezîra Derveya Amerîkî Condoleezza Rice li Bexdaya paytextê Iraqê ye bo danana giranîyê li ser rêberên Iraqî da lezê li proseya aşbûna niştimanî biken.

Xanim Rice evro sêşembî bi seredaneka ji nişkêve gehêşte Iraqê û li berahîyê çûye bajêrê Kerkuka bakûra wî welatî.

Wê daxwaz li sîyasetvanan kir da harîkarîyê biken bo nehêlana girjî û alozîyan nêvbera hersê pêkhatîyên serekî yên wî bajêrî ku Erebên Sunnî, Kurd û Turkman in.

Seredana wê li demekê ye ku tundûtûjî li Iraqê hatîye xwar û karbidestên Amerîkî daxwazê li rêberên Iraqî diken da delîvê li kembûna hêrîşa wergirin bo aşbûna sîyasî kar biken.

Hikumeta Herêma Kurdistanê pêşnîyarekê berçav digrit bo paşêxistina referandumê ser paşeroja Kerkukê.

Qanundaneran roja duşembî got ku karekî zehmet bit referandum berî 31ê vê heyvê bête kirin her wek li destûrê Iraqê da hatîye.

Kurda divêt Kerkuk bibîte pişkek li herêma otonomîya wan, lê rûniştevanên ne Kurdên wî bajêrî ditirsin ku ew bêne neçar kirin li Kerkukê derkevin eger bikevine jêr kontrola Kurda.

Nunerayetîya Neteweyên Yekgirtî li Iraqê roja şembîyê ragihand ku serokwezîrê Iraqê û serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê hevbîr in ku pêdivîye referandum bi zûtirîn dem bête kirin.

XS
SM
MD
LG