Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi hêrîşeka asmanî ya Îsraîlî 13 çekdarêt Felestînî hatine kuştin


" hspace=2 src="/kurdi/images/ap_palestinians_israel_strike_18dec07_eng_195.jpg" width=210 align=left vspace=2 border=0>Li hêrîşên asmanîyên Îsraîlî li dijî çekdarên berpirsyar biramberî havêtina muşekan bo ser başûra Îsraîlê ewêt şeva duşembî 13 çekdarêt Felestînî hatîne kuştin.

Hamasê ragihand ku du endamên wê evro sêşembî di hêrîşeka asmanîya Îsraîlî bo ser bingehên parastina wê grupê li başûra Xezze hatine kuştin.

Herwisa li sê hêrîşên dî yên asmanî bo ser bajarê Xezze û bakûra devera Xezze jimareka endamên gropa tundrê ya Cîhada Îslamî hatin kuştin ku yek ji wan kumandarekê bilindê gropê û şarezayê çêkirina teqemenîyan bî.

Leşkerê Îsraîlî ragihand kumandar Macet El Harezî hêrîşên bi muşekan li Xezze bo ser bi Îsraîlê rêkdixist.

Cîhada Îslamî gefa encam dana hêrîşên xwokujî kirîye li nav Îsraîlê li bersiva wan êrîşên asmanî.

Herwisa li operasyoneka dî li Kenara Rojava da çekdarek hate kuştin.

XS
SM
MD
LG