Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tom Casey:"Amerîka berdewam di wê bawerîyê de ye ku milîtanêt PKK nikarît bihêt tehemmul kirin"


Wezareta Derveya Amerîka red kir ku bi awayek xuya çi axaftinan li ser êrîşên asmanîyên Turkîye bidet ya ku dibêjin mezintirîn êrîşa serhildayêt Kurd e linav çend salan da.

Lê belê peyivdar Tom Casey dibêjît Amerîka dê berdewam bît li ser wê bawerê ku milîtanêt Partîya Kirêkaranê Kurdistanê ya naskirî weku PKK, nikarît bihêt tehemmul kirin. Dibêje :" Em dê nîgeran bimînin bi wê gefa ji alîyê PKKê va arasteyî Turkîyê, Iraqê û Amerîka tête kirin û em bawer dikin girîng e ku her tiştek bête kirin bo seredî kirina digel wê gefê."

Her di vî demî da Casey daxwaz ji hemî hikumetên peywendîdar kir ku bi awayek hevkarî kirin û rêkeftinê digel hev kar bikin û dibêje; "Em dixwazin piştrast bikin ku hevkarîyek nêzîk di navbera Iraq, Turkîye û Amerîka da heye, li demekî ku em bizavê dikeyn biçine pêş bo serederî kirina gefa PKK. Ez dizanim ku di vî warî de em dixwazin piştrast bikin eger çi pirsyar li dor hevkarîya navbera alîyên Turkîye û Iraqê da li ser wê pirsê hebin lê bi rêka hinek mekanîzma bikevine ber bas ku hatîye dîyar kirin ku piştrast bête kirin kenalek hêjîya pêywendî kirinê hebit."

Iraqê ew kiryara leşkerîya Turkîyê mehkum kir û weku êrîş bo serdarîya wî welatî binav kir.

Ji karbidestên Turkîye hatîye veguhastin ku Amerîka zanyarî berdest kirîne û asmanê Iraqê jibo wan vekirî hêlaye ku rêkê bidet wê êrîşa asmanî birêve biçît.

Pentagonê li ser wê bûyerê bi awayek dîyar çi ragihandin nedayne lê didete zanîn Amerîka sîyaseta lêkvegohorîna zanyarîyan û hevkarî kirinê digel Turkîye heye jibo şer kirina dijberên serhildayêt Kurd.

Turkîye PKKê bi kuştina dehan hezar kesan tometbar diket ji demê wê grupê pitirî 20 salan berî niha bizava çekdarî jibo welatek Kurdî destpêkirîye û Turkîye û Iraqê hejmarek zahf Kurd hene.

XS
SM
MD
LG