Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Turkî dibêje wan derbek giran li PKKê daye


Leşkerê Turkî didete zanîn ku serbazên wê roja sêşembîyê bi hejmareke kêm li ser erdê çûyîne nav bakûrê Iraqê û leşkerî derbek giran li sehildayan daye ku li wê derê bi cih ne.

Dinav ragihandinekê de li malpera leşkerî ya Turkî roja sêşembîyê wê da zanîn serbazên Turkîye çendîn kîlometre çûne nav erdê Iraqê û ew didet zanîn serbazan ew kiryare cîbicî kirin piştî hate zanîn serhildayên Partîya Kirekarên Kurdistanê xwe amade dikin berî rojavabûna sêşembîyê biçine nav xaka Turkîyê.

Leşkerî dîyar nekir ka çend serbazan pişikdarî di wê bizavê da kirîye yan jî ka ew hemî carî vegerîyanin nav Turkîye an na.

Lê karbidestên Kurdên Iraqê dayîne zanîn hejmara wan çend sed kes bûyîne û carek din ew bi paşde zivirîne.

Roja sêşembîyê Wezîra Derveyê Amerîka Condoleezza Rice got Amerîka, Turkîye û Iraq berjewendîyên hevpişk hene di ragirtina çalakîyên PKK de.

XS
SM
MD
LG