Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporteke Pentagonê: Îran hêjta piştegirîya milîtanêt li Iraqê dike


Raporteke Pentagonê jibo qanundanerên Amerîka eşkera diket Îran hêjta berdewam e li ser piştgirîkirina milîtanêt li Iraqê ku dest hene di neseqamgirî kirina wê herêmê da.

Ew raporte Îranê tometbar diket bi gehandina çek û keresteyan jibo xirabkaran.

Leşkerê Amerîka berî niha Îran bi nav kiribû weku berdestkerê keresteyan, hîn kirin û alîkarîya darayî bi grupên xirabkar û Îranê ew tometbarkirine red kirîne.

Meha buhurî karbidestek balyozxana Amerîka li Bexda Phillipe Rickard got rohn nîye ka Îranê çi rolek hebûye li nav kêmbûna tundûtûjîyên vê dawîyê da li Iraqê.

Ji alîyek din ve hevalbendek opozîsyona Îranê daxwaz ji Yekîtîya Ewropa diket ku navê yek ji grupên nav vê hevalbendê ji lîstê rêkxistîyên terorê derbêxît.

Seroka Civata Niştimanîya Berxwedanîya Îranê Meryem Recewî got Yekîtîya Ewropa divîya rêzê ji desthilata qanunê bigrît û demûdest navê partîya Mucahiddînên Xelk ya Îranê ji nav lîstê terorê derbînît.

Ev Civate rêkxistîyek e ku bingehê wê li Parîsê ye û gelek kes weku tayek sîyasîyê Mucahiddînên Xelk ya Îranê dinasin.

Hejîyê gotinê ye meha buhurî dadgehek Brîtanya destûr da desthilatdaran ku navê Mucahiddînên Xelk ya Îranê ji lîstê rêkxistîyên terorîstên wî welatî bîne der.

XS
SM
MD
LG