Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rice bi seredaneka nişkêva çû Iraqê


Wezîra Derveya Amerîka Condoleeza Rice daxwaz ji rêberên Iraqê kir ku aştvebûna niştimanî bilez bêxin.

Li ber wan 30 hezar serbazên Amerîka ku hatine hinartin û biryarek ji alî rêberên Erebên Sunnî ve ku dijberî El Qaîde derkevin û herwisa şeş mehên agirbesê ji alîyê melayê rêberê milîtanêt Şî'e Muqtada El Sadr ve, rewşa parastina Iraqê baştir bûye.

Wezîra Derveya Amerîka got niha wextê hindê ye ku mifayê ji wê rewşê werbigrin û dibêje:

"Zêde kirina serbazan ku serokî fermana wê da digel bizavêt hêzêt parastina Iraqê û bizavêt ji alîyê hevwelatîyên xemxwar ve û herwisa bizavêt herêmî yên weku li Anbar çêbûyn bûyîne egera baştir bûna rewşa parastinê û wan bi awayekê derfet çêkirîye ku pêdivî bona aşvebûna sîyasî bête meydanê."

Hikumeta serokwezî El Malikî hatîye sekinîn li ber cudahîyên kur û bêbawerîyê li navbera rêberên alîyên dînî û grupên netewên cuda cuda da. Wê çendê rêkek kêm hêlaye jibo pesend kirina wan qanunêt jibo dubare aşvebûnê baş têne dîtin.

Wezîrê Derveyê Iraqê Hoşyar Zebarî got hikumet dê bizavên xwe yên sîyasî zêde biket û got:

"Ev destkefte di rastîyê da gelek berçav in; demê em wan dinav şeqamêt Bexdayê da dibînin li gelek parêzgehên din û ez hezr dikim pêdivîye ku sengî li ser wan bête kirin. Me pêdivî bi pêşveçûneke sîyasî û qanunî heye û jibo qayîm kirina van destkeftan weku hun dibînin. Herwisa min Wezîra Derve Rice dubare piştrast kir sebaret bizavên berdewam bi merema çêkirina hevkarîyek baştir ya herêmî."

Rice seredana xwe jibo Iraqê bajêrê dewlemend bi petrolê anku Kerkukê destpêkir, cihê rêveberîya Amerîka pêda digrît ku nîşanêt nû yêt hevkarî û pêşdaçûnê têda têne dîtin. Lê ew bajare berev rûyê tundûtûjîyek berev zêdebûnê ye li demekê ku Kurd dixwazin ew bikevîte nav herêma wan ya nîvçe otonom.

Rice herwisa digel hinartîyên Neteweyên Yekgirtî bo Iraqê Steffan de Mistura dîdar pêkanî, yê ku karê wî yê destpêkî dê bîte sergêrî kirina wan berjewendî yên berêkane ya hewl dikin ya ku bigêhîte referandumekê li ser paşeroja herêma Kerkukê.

Seredana Rice kefte ber sîbera êrîşên Turkîye yên vê dawîyê bo ser serhildayêt Kurd li bakûrê Iraqê.

Di nav konferanseke rojnamevanîya hevpişk da digel Zebarî, Rice got desthilatdarên Iraqê, Turkîye û Amerîka divîya pêkva kar bikin dijberî wan serhildayan û got:

"Hizrek heye ku Amerîka berdewam daye xuya kirin ku me pêdivî bi rêçareyek giştî û berfireh jibo vê giriftê heye. Çi kes nabît karekê biket ku bi gefe bît jibo seqamgirîya bakurê Iraqê."

Hikumeta Iraqê dîyar diket êrîşên Turkîye nayêne qebul kirin. Wezîrê Derveyê Iraqê Zebarî got hevkarî pêdivîye jibo çareserkirina girifta serhildayan û berdewam kir:

"Em bawer dikeyn kiryarên yek alîyane jibo neseqamgîrkirina rewşê dê zerarê bigihînîte berjewendîyên Iraqê û berjewendîyên Turkîyê jî, lê her li vî demî de em bi temamî têdigihên û rêzê ji wê nîgeranîya rewa ya parastina Turkîyê digrin ku wî welatî li hember çalakîyê terorîstên PKKê dijberî wan heye."

Ew seredane seredana heyştê ya Rice e jibo Iraqê weku Wezîra Derveya Amerîka û seredana yekê ye ji demê digel serok Bush seredana parêzgeha Anbar kir piştî zêde kirina serbazan ku îsal zu destpêkir.

XS
SM
MD
LG