Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêrîşkerekî xwekuj li bakûra Bexda bi kêmîve 14 kes kuştin


Karbidestêt Iraqî dibêjin hêrîşkerekî xwekuj bi kêmîve 14 kes li bakûra Bexda kuştin û 10 jî birîndar kirin.

Polîs dibêjin hêrîşkerî piştbenda xwe ya bombekirî dinav qelebalixekê da teqand, nêzîkî nuqteka parastinê li bajêrokê Ken'an li parêzgeha Diyala.

Polîs dibêjin weya dîyar e ku armanca hêrîşkerî komelêt Erebêt Sunnî bûye ku hevkarîyê digel Hêzêt Hevalbenda dikin bo şerrê dijî milîtanêt El Qaîde li Iraqê.

Bi alîyekî dî ve leşkerê Amerîkî got Hêzêt Hevalbenda 100 girtî duhî berdan weku başnîyazekê û pêkhatinê bi helkeftina cejna qurbana.

Leşkerî got ew girtî hatine berdan piştî pêdaçûn li ser pirsêt wan hatîne kirin ji alîyê karbidestêt Amerîkî û Iraqî ve.

XS
SM
MD
LG