Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piero Fassino dibêje karbidestên Çînî gotîye wî ku ew hez nakin sengîyê bêxine ser Burma


Pêşvenêrê Yekîtîya Ewropî li Burma dibêjît karbidestên Çînî gotîye wî ku ew hez nakin sengîyê bêxine ser hikumeta Burmî da gorînkarîyêt sîyasî biket.

Piero Fassino evro li Pekînê ev têbînîye dan piştî du rojêt kombûna digel karbidestên Çînê û got maytekirina Çînê li ser desthilata leşkerî li Burma ya girîng e bo gehêştina her pêşveçûnekê.

Wî ji Çînê xwast da sengîya xwe bi kar bînît weku welatekî serekî yê hêzdar li Asya û endameke herdem di Civata Tenahîyê da ya Neteweyêt Yekgirtî da harîkarîyê biket bo çareserkirina kêşeya Burma lê got karbidestên Çînî rohn û xuya kirîye bo wî ku ew di wê bawerê da ne ku divîya xelkê Burma bixwe kêşeya xwe çareser bikin.

XS
SM
MD
LG