Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yawer: Firokên Turkî roja yekşembî hêriş kire ser bakora Iraqê


Karbidestekê Kurdê Iraqê dibêjit firokên Turkî roja Yekşembî dîsa hêirş kire ser bakora Iraqê.

Peyvdarê hêzên parastina Kurdî, Cebar Yawer, got li wê hêrişa asmanî nizîkî tuxîvê Turkiye çi ziyan negehiştîye hevwelatîyan.

Birêz Yawer got hevwelatîyên wê deverê malên xwe hêlane.

Leşkirê Turkî ragehand ku firokên Turkî roja şembî hêriş kire ser bakora Iraqê û hujdarî da ku hêriş dê berdewam bin.

Leşkirê Turkî herwesa ragehand ku bi sedan serheldayên Partîya Karkerên Kurdistanê li operasyonên vê dawîyê hatîne kuştin. Ev jimare ji layê alîyên serbixwe ve nehatîye piştrast kirin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG