Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush bo sala nû peyamek şand


"Li demê em diçîne nav sala nû em berê xwo dideyne serhatîyên rabirdûyê û dinêrîyne saleka pir hîvî li pêş me.

Paşerojeka bi hîvî û bi delîve, bi aborîyeka bi hêz destpêdiket. Sipas bo karker û dahênerên Amerîkî. Aborîya me li sala borî bi rêjeyeka mezin bi pêşve çû. Herwisa li sala borî Amerîka berdewam bû li karê xwo bo belave kirina azadî û aştîyê li seranserî cîhanê.

Amerîka rijde li ser şikestpê înana tîrorîst û tundrêyan û em di berdewam bîn li hêrîşên dijî dijminên azadîyê. Li sala 2008ê em dê berdewam bin piştevanî kirina hevalbendên me li civaka nêvnetewî bo danana binyada aştîyê bo zarok û nebîyên me.

Amerîka sipasbarê xizmet û qurbanîya serbazên welatê me û malbatên wan e. Li vî demê pir bi hîvîyê salê wêrekî û rijdîya mêr û jinên me bo parastina welat û berevanî kirin ji azadîyê jibîr nakin li demê em pêşwazî li sala nû dikeyn bawerîya me bi hêza giyanê Amerîka û bawerîya me bi mebesta hebûna me zêde dibit û bawerîya me bi Xwedê dilovan zêde dibit ku emê çêkirîn da bi azadî bijîn.

Laura û ez pîrozbahîyê li sala nû li hingu dikin. Xwedê hingu biparêzit, Xwedê serbaz û malbatên me bi parêzit û Xwedê Amerîkayê biparêzit."

George W. Bush

XS
SM
MD
LG