Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kenya bi kêmîve 30 kes hatin kuştin


Li Kenya bi kêmîve 30 kes îro sêşembîyê hatin kuştin dema ajaweçîyan agir berdaye kilîseyeka pirîxelk jiber tundûtûjîyên piştî hilbijartina xwe lê girtibû.

Şahid li bajarê Eldoret dibêjin dîmenekî gelek nexweş bû û leş bibûn reş di kuştekî kilîseyê da.

Li Nairobî û li bajarê Mombasa û çend bajarên dî jî pitir tundûtûjî qewimîn û jimara kuştîyan jî gihîştîye 200 kesan.

Demekî zû îro sêşembîyê zêrevanên Ewropî yên hilbijartina daxwaza vekolînekê kir ka eger encamên fermî ji hilbijartina serokatîya heftîya borî rast û dirust bin.

XS
SM
MD
LG