Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Baquba bi teqîneke xwekuj bi kêmî 10 kes hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn


Polîsê Iraqê dibêjît hêrîşa xwokujekî li Baquba ya bakûra rojhilata Bexda bi kêmî 10 kes kuştin û 20 kesên dî birîndar kirin.

Armanca wê hêrîşê bingehekî parêzgeha Diyala bû li demê Erebêt Sunnî yêt wê deverê navêt xwo tomar dikirin di grupên çekdarên ewên piştgirîya hêzên Amerîkî dikin dijî çekdarên rêxirawên terorîstîyên El Qaîde li Iraqê.

Li mehên domahîyê hêrîş yê zêde dibin li dijî van grupan, sereray kêm bûna tundûtûjîyê li seranserî Iraqê.

Bi alîyekî dî ve polîsê Iraqê got duhî sêşembê rêberekî rêxirawa terorîstî ya El Qaîde li bakûrê bajarê Musil hate girtin û herwisa duhî sêşembî serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî got sala 2007 gelek bi xem û pejare bû bo Iraqîyan belê yekrêzîya wan tenahî xiste nav welatî.

XS
SM
MD
LG