Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Surî ji Turkîya xwast da pitir ava rubarê Furatê berdet


Karbidestekî mezin yê Surî ji Turkîya xwast da pitir ava rubarê Furatê berdet da harîkarîya Dîmeşqê biket jiber hişkatîyê û bêbaranîyê.

Ragihandina Turkî dibêjît cêgirê serokwezîrê Surîya Abdullah Dardarî ev daxwaze duhî kir di seredana xwe da bo Ankara.

Berî nûke Dîmeşq Ankara xetabar kirîye ku ava rubarê Furatî vebir diket bi ava kirina avbenda li ser rubarî bo mebestêt avdanê û cotkarîyê.

Rubarê Furat ji Turkîyayê têt û berev başur diçît dinav Surîya re derbaz dibît.

Wezîrê Jîngehê yê Turkîya roja çarşembîyê got welatê wî jî giriftarîya bêbaranîyê heye, lê got Ankara rêkê didet ku li her çirkeyekê 500 metreyêt şeşber ji avê derbaz bibine Surîya li dû rêkeftineka sala 1987.

XS
SM
MD
LG