Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Muşerref red kir ku leşker û dezgehên zanyarîya Pakistanê dest hebin di kuştina Bhutto da


Serokê Pakistanê Pervez Muşerref ew tometbar kirin red kirin yên ku didine xuya kirin leşker û dezgehên zanyarîya Pakistanê dest hebin di kuştina serokwezîra berê ya Pakistanê Benazir Bhutto da.

Dinav konferanseka rojnamevanîyê da îro pêncşembîyê li Îslamabadê birêz Muşerref herwisa got ew bi temamî razî nîye li ser wê vekolîna li dor kuştina rêbera opozîsyon tête kirin.

Serokê Pakistanê îşaret da ser wê rastîyê ku dem û dest piştî wê hêrîşê televîzyonên herêmî nîşan dayîne ku xwîn û paşmayî yên bûyerê li ser erdê hatine şuştin.

Wî got ew çende nîşanek kêmkarîyê nebûye û herwisa nîyaza hikumetê jibo veşartina belgeyan nadete xuya kirin.

Xanim Bhutto pênşembîya buhurî hate kuştin dinav bûyerek teqekirnê de û piştî hingê jî xwekujî xwe teqand li demê lihevcivîyanek sîyasî li bajarê Rawalpi.

XS
SM
MD
LG