Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Turkî çar gumanlêkirî girtine bi egera têkelî hebûn di peqîna otomobîla leşkerî da


Desthilatdarên Turk dibêjin polîsê çar gumanlêkirî girtîne bi egera têkelî hebîn bi peqîna otomobîla roja pêncşembî li bajêrê Dîyarbekirê, zorîne Kurd ku têda pênc kes hatibûn kuştin û nêzîkî 70 kesên dî birîndar bûyin.

Karbidest dibêjin ew otomobîl bi rîmot kontrolê hate peqandin demê otobîseka leşkerî li şeqameke serekî ya wî bajêrî diçû.

Karbidest dibêjin du ji kuştîyan lawin û 30 serbaz birîndar bîne.

Tîmên agirvemirandinê şîyan agirê wê peqînê kontrol bikin ku nêzîkî moleka mezin otelek û fergeheka taybetî çêbî.

Serokwezîrê Turkîya Recep Tayyîp Erdogan ew hêrîş mehkum kir heta nûke çi alîyekî berpirsyarîya xwe biramberî wê hêrîşê ranegihandîye lê desthilatdarên Turkî dibêjin ew we bawer diken serhildayên Partîya Karkerên Kurdistanê ya berbend kirî ew hêrîş encam dabin.

XS
SM
MD
LG