Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush seredana Rojhelata Navîn diket


Serokê Amerîkî George W. Bush li heftiya bihêt seredana Rojhelata Navîn diket.

Serok Bush roja sêşembî diçîte Israel û Kinara Rojava bu kombûnê digel rêberên Israel û Felestînî.

Serok herwesa seredana Kuwait, Bahrain, Mîrgehên Erebî yên Yekgirtî, Erebistana Saudî û Misrê diket.

Li demê seredana xwe, serok digel serbazên Amerîkî û giropên jinan li Kuwaitê kom dibît, herwesa seredana mozexana Holocast li Urşelîmê diket.

Peyamhinêrê Dengê Amerîkî li Seraya Sipî Scott Stearns raportek li ser seredana serok Bush bu Rojhelata Navîn amade kirye, bu guhdarî kirin fayla dengî ya servey vî perî kilik bike. (Dem 3:17)

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG