Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi hêrişeka xwekujî 11 kes li Bexda hatin kuştin


Bi hêrişeka xwekujî bu ser ahengeka serbazên Iraqî bi helkefta Roja Leşkirî li Bexda bi kêmî ve 11 kes hatin kuştin û 17 kesên dî birîndar bun.

Polîsê Iraqî ragehand ku ew hêriş li taxê Kerrade li Bexda hat kirin.

Peyvdarekê leşkirê Amerîkî ragehand ku du serbazên Iraqî berî peqînê xwe havêtine ser hêrişberê xwekuj û hêza peqînê kêm kir.

Roja leşkirî bênvedana fermî ye li Iraqê bi helkefta salyada damezirandina leşkirî li sala 1921.

Bi layekê dîve û bi peqîna otombîlekê li taxê Qahîre, her li Bexda, bi kêmî ve sê kes hatin kuştin û 11 kesên dî birîndar bun.

XS
SM
MD
LG