Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komkara Erebî bizavê diket qeyrana siyasî ya Lubnanê çareser biket


Sikirtêrê giştî yê Komkara Erebî li vê heftiyê seredana Lubnanê diket bu baskirina pilaneka komkarê bu çareser kirina qeyrana siyasî li wî welatî.

Ji ber arîşên nêvbera hevalbendî ya desthelatdar ya ser bi rojavayê û partiyên opozisyonê yên ser bi Surya, şeş heftîye Lubnan bê seroke.

Lê piştevanî kirina Ceneral Mîşêl Suleyman ji layê Komkara Erebî ve û pilana komkarê bu pêkanîna hukumeteka yeketî ya niştîmanî ya buye cihê razî bûna hêzên serekî yên siyasî li Lubnan û jimareka welatên Erebî.

Sikirtêrê giştî Emir Mûsa got Surya jî piştevaniya wê pilanê diket.

XS
SM
MD
LG