Karbidestên leşkerî yên Paksitanê dibêjin ew rê nadine hêzên Amerîkî li dûv çekdarên El Qaîde bigerin li nav erdê Pakistanê da.
Sererayî raportên belav bûyî ku dibêjin stratejîdanerên Amerîkî hizra kiryareke wisa dikin.
Peyivdarê bilind yê leşkerê Pakistanê General Wahid Erşelî got rê nayête dan bo leşkerê Amerîkî hêrîşa dinav Pakistanê da biket û di paşerojê da em rê nadeynê.
Wî îşaret da bi raportên ewên roja yekşembê belav bûn ku serok Bush digel şîretvanên bilindên parastina niştimanî kom bûy û danûstandin kirîn li ser kiryarên nehênî dijî El Qaîde li deverên eşîreta li Pakistanê.
Rojnama The New York Times dibêjitin dezgehên zanyarîyên Amerîkî dîyar dikin ku El Qaîde û Talîban bizava dikit jibo lawaz kirina hikumeta Pakistanê.
Balyozê Pakistanê li Welatêt Yekgirtîyêt Amerîka Mahmud Elî Duranî di hevpeyvînekê de digel kanalê CNN got ew bixwo xwo dijî terorîstan kar dikin li welatê xwo da.