Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di hilbijartina New Hampshire de jibo Komarîyan McCain û jibo Demokratan Hillary Clinton serkeftin bi dest anî


Hillary Clinton dinav hilbijartinên berahîyê da li wîlayeta New Hampshire weku berbijara Demokratan jibo serokatîyê serkeftin bi dest anî.

Dinav berîkanîyeke gelek nêzîkî 17 roja sêşembî Clinton serkeftin berdest kir piştî ku heftîyekê berî hingê li wîlayeta Iowa li hemberî senatorê Ilinois Barack Obama şikest xwar û dinav gotara xwe ya serkeftinê da wê got ew amade ye Amerîka vegerînete ser hêlê weku li New Hampshire ew vegerandin ser hêlê careke din.

Senatorê Arizona John McCain karî dinav hilbijartinên berahî yên Komarîyan da serkeftinê bi dest bînît û wî gote alîgirên xwe yên kêfxweş ku ew serbilind e eger derfet hebit weku serokê bihêt yê Amerîka xizmeta wî welatî biket.

Alîgirên wî linav avahîya McCain li New Hampshire alayên Amerîka hejandin û gazî kirin "McCain vedigeretev!" weku nîşanên kêfxweşîyê jiobo serkeftina McCain bi ser ferrmandarê berê yê wîlayeta Massachusetts Mitt Romney.

XS
SM
MD
LG