Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka siza dîyar kirîne jibo kenaleke televîzyonî ya bingeh li Surîye


Amerîka siza dîyar kirîne jibo kenaleka televîzyonî ya bingeh li Surîye û çar kesên din ku dinav da fermandarê Supayên Qudsê yên Îranê jî heye bi tometa hindê ku ew gefe ne li ser seqamgirîya Iraqê.

Wezareta Xezînedarîya Amerîka roja çarşembîyê dinav ragihandinekê da ew siza eşkera kirin û ew kiryare hemî darayî yên wan berbend diket herwisa peywendîya wan digel hevwelatî û demûdezgehên Amerîkî jî qedexe diket.

Sê ji wan kesên dîyarî kirî li Îranê bi cîh ne û yê çarê jî li Surîyê û ew Ahmed Frozende generalê Supayê Quds ser bi Supayêt Pasdarêt Şoreşa Îranê ve digrîne xwe liber ku goya sergerîya operasyonên terorîstî dijberî serbazên Amerîka û Iraqî kirîye li Iraqê.

XS
SM
MD
LG