Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestek pillebilindê Amerîka got Abdullah Gul li ser pirsa Kerkukê bi serok Bush re axiftîye


Karbidestekî bilindê Seraya Sipî hindek têbînî daye peyamhinêran sebaret bi kombûna serok Bush û serokê Turkîye Abdullah Gul û got danûstandinên herdu alîyan bi berfirehî li ser gelek kêşeyan bûn û rengdana têkelîyên stratejîyên herdu welatan bûn.

Di danûstandinêt li ser bizavên hevpişt dijî terorîzmê, û ji wana bizavên dijî PKK kirin ku careka dî serokî ew bi dijminê Turkîye, Amerîka û Iraqê nasand.

Herwisa wî karbidestî got li ser seredan serok Bush bo Rojhilata Navîn axaftin hate kirin, û axaftin li ser Afganistanê, Pakistanê, Îranê, NATO û Yekîtîya Ewropî babetên dî yên kombûnê bûn û rolê serekî yê Turkîya li Iraqê ku mêhvandarîya kombûna domahîyê li ser Iraqê li Îstenbolê hatibû kirin.

Li bersiva pirsyarekê sebaret bi Kerkukê, karbidestê bilindê Seraya Sipî got danûstandin li ser Kerkukê hatine kirin û serok Gul ev kêşeye îna da gorê behsê kiryara niha ya Neteweyêt Yekgirtî kir sebaret bi Kerkukê û pêdagirt li ser pişikdar bûna hemu xelkên deverê di wê kiryarê da.

Serok Bushî piştevanîya xwo dîyar kir bo pişikdarîya Neteweyên Yekgirtî di pirsa Kerkukê da.

Li bersiva pirsyarekê sebaret bi paşeroja Kerkukê karbidestê bilindê Seraya Sipî got nexêr ewana buhurî li ser ne axift, ewana pitir danustandin li ser rolê Neteweyêt Yekgirtî bo çareser kirinê kirin û got nunerê Netewyêt Yekgirtî li wêrê ye û bi piştrastî cihê bawerîya hikumeta me ye û ez bawer dikim cihê bawerîya hikumeta Turkîya ye. Niha bizavet ête kirin belê wan behsê çi çareserîya nekir ku divîya hebin û bi tenê piştevanî û çav li pêşveçûna bizavên Neteweyên Yekgirtî bikin.

Li bersiva pirsyareka dî li ser xema Turkîye derbarê vegerandina Kerkukê li jêr desthilata hikumeta Herêma Kurdistanê û aya serok Bush razîye ligel layanê Turkîye yan ne, karbidestê Seraya Sipî got nexêr danûstandinêt wan ne gehêştine wî astî belê li ser beşdar bûna hemû alîyan yan hemu xelkên deverê di bizavên Neteweyên Yekgirtî da bo çareser kirina vê kêşê axiftin.

Karbidestê bilindê Seraya Sipî li bersiva pirsyarekê da li ser daxwazîya Turkîya bo zêde kirina harîkarîyê di warê agahîyê da weku peyamhinêrî gotî da reftarê ligel bakûrê Iraqê bikin karbidestî got weku min gotî serok Bushî pêgirîyeka gelek mukim dîyar kir bo serokê Turkîya û ev pêgirîye bo serokwezîrê Turkîye jî hate dîyar kirin li demê seredana wî bo Washington li meha 11 û got li guhortina agahî û zanyarîyan dê berdewam bit.



XS
SM
MD
LG