Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Amerîkî seredana Behreynê diket


Serokê Amerîkî George Bush roja şembî li Kuweytê digel komandarê leşkirê Amerîkî li Iraqê, Ceneral David Petraeus, û blyozê Amerîkî li Bexda, Ryan Crocker, kom bu.

Piştî kombûnê, serokî gote peyamhinêran ku heta nuha biryar nehatiye dan li ser vekêşana hêzên Amerîkî li Iraqê.

Serok Bush herwesa daxaz ji Iran û Surya kir piştevanîya xwe bu tîrorista li Iraqê ragirin.

Piştî seredana wî bu Kuweytê, Serok Bush çû Behreynê.

Roja eynî serokê Amerîkî digel mîrê Kuweytê şêx Sebah El-Ehmed El-Sebah kom bu.

Peyamhinêra Dengê Amerîka li Qahîre Challiss McDonough raportek li ser seredana serok Bush bu Kuweytê amade kirye, fayla dengî ya servey vî perî kilik bike. (Dem 3:27)

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG