Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hewlêrê rêz li termên 354 qurbaniyên Anfalê hat girtin


Di rê û resmeka taybetî da li Hewlêrê, paytextê Herêma Kurdistana Iraqê, rêz li termên 354 qurbaniyên Anfalê hat giritin.

Li piroseya Anfalê nizîkî 180 hizar Kurd bi destê rijêma Be’s ya Seddam Hûsênî hatin kuştin û bi hizaran gundên Kurdistana Iraqê hatin wêran kirin.

Rê û resma rêzgirtin li termên qurbaniyên Afnalê bi amade bûna serokê Herêma Kurdistanê, cêgirê serokê herêmê, cêgirê serok wezîrê Iraq û jimareka zora karbidestên Kurd, Iraq û biyanî hat kirin.

Bu pêzanînên pitir, fayla dengî ya servey vî perî kilik bike. (Dem 4:14)

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG