Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Amerîka dibêjît 60 bergumanêt tundrê li bakûra Iraqê hatine kuştin


Leşkerê Amerîka dibêjît 60 bergumanêt tundrê li bakûra Iraqê hatine kuştin di heftîya yekê da piştî lêgerîneka berfireh dijî milîtana destpêkirî.

Leşkerê Amerîkî dibêjît 200 bergumanêt dî hatine girtin li dû kiryara bi navê "Dirûna pulayî" ku pişkeke ji kiryareke berfireh dijî El Qaîde li Iraqê ku leşkerê Amerîkî wê rêxistîyê bi mezintirîn gefe dizanît li ser tenahîya Iraqê.

Hêzêt Hevalbenda û yêt Iraqî 79 embarên çekan jî dîtineve yek ji wan cebilxaneka jêrerd bû li parêzgeha Dîyala li bakûra Bexda.

Bi alîyekî dî ve karbidestên Iraqî dibêjin hindek çekdara dadyarekî mezin yê Iraqî digel şufêrê wî kuştîne demê berev karê xwe diçû li Bexda.

Karbidest dibêjin evro çekdara teqe li otomobîla dadyarî kir li rendeka Mansur li rojava Bexda.

Dadyarê ku hatîye kuştin Amir Cewdet Enayîb li dadgeha pêdaçûna Iraqê kar dikir û herwisa endamê Civata Bilind ya Dadyarêt Iraqî bû.

XS
SM
MD
LG