Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Karaçî bombek peqî û pê bi kêmîve 14 kes birîndar bûn


Li Pakistanê polîs dibêjin bombek li bajarê Karaçî evro peqî û bikêmîve 14 kes birîndar bûn lê çi yê dirêjtir li ser vê serpêhatîyê berdest nebûne.

Bi alîyekî dî ve karbidestên leşkerê Pakistanê dibêjin di şerrê dijî milîtanêt Îslamî da li deverêt eşîreta li nêzîkî tixubê Afganistanê 23 milîtanêt Îslamî hatine kuştin û heft ji hêzêt Pakistanî jî hatine kuştin.

Karbidestekî leşkerî got evro şerrî destpêkir demê milîtana hêrîş kirîye ser karwaneke hêzêt ser bi leşkerî li herêma Mohmend.

Ev hêrîşe hate kirin çend rojeka piştî hêzêt Pakistanî jimareka milîtana li devera Eşîretan li başûra Wezirîstanê kuştin ku li dû cihêt xwe veşartina milîtanêt Talîban û El Qaîde digerîyan.

XS
SM
MD
LG