Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî seredana bo Rojhilata Navîn serok Bush vegerîya Amerîka


Serokê Amerîka George Bush vegerîya Washingtonê piştî gera seredana xwe ya heyşt rojî berev Rojhilata Navîn ya ku têda daxwaza piştgirîya Ereban kir jibo bizavên aştîya navbera Îsraîl û Filistînê û herwisa daxwaza alîkarîyê sebaret Îranê jî kir.

Piştî danustandinan roja çarşembîyê li Misrê digel serok Husnî Mubarek birêz Bush got egerên aştîya dinavbera Îsraîlî û Filistînîyan da heye lê wî huşdarî da ku ew çend nahête cîbicî kirin eger rêberên Ereb pişta xwe bidin wê pirsê. Wî got ew geşbîn e ku rêkeftinek aştîyê bête berdest kirin liber ku wî got rêberên Îsraîl û Filistînê pêgir in bi çareser kirina du welatan.

Serok Mubarek got ew pişgirîya serok Bush diket ku Îsraîlî û Filistînî heta dawîya Îsal bigehine rêkeftinek aştîyê.

Misir yek e ji du welatên Ereb ku Îsraîlê bi fermî nas diket.

XS
SM
MD
LG