Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berevanîya Amerîka Gates sipasîya çendîn hevalbendên NATO kir bo xizmeta li Afganistanê


Wezîrê Berevanîya Amerîka Robert Gates hewl dide bo sanahî kirina negranîya dinav hinek hevalbendên NATO da li Afganistanê piştî rexneya wî ya vê dawîyê, sebaret ne amade bûna hêzên NATO bo şerrê xerabkara û hîn û fêr kirina hêzên parastina Afganistanê.

Li konferanseka rojnamevanî roja pêncşemê li Pentagon Gates got hinartina 3200 serbazên marîn yên Amerîkî yên zêdetir bo Afganistanê dê harîkarîya sengîyê bike ser Talîban û egerê naket ser karê NATO.

Wezîrê Berevanîyê Gates sipasîya çendîn hevalbendên NATO kir yên ku xizmetê li Afganistanê dikin.

Wî got welatên mîna Brîtanya, Kanada, Hollanda, Australya, Danîmarka roleka herî girîng li Afganistanê dileyze.

Roja çarşemê rojnama Los Angeles Times li ser zarê Gates got hinek serbazên NATO amade nînin û herwiha bi awakî dirust hîn û fêr nebûne bo şerrê xerabkaran li dijî Talîban.

XS
SM
MD
LG