Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nizîkî du milyon Şî’e li Kerbela kom dibin


Bi hizaran Musilmanên Şî’e roja şembî li bajêrê Kerbela kom dibin bi helkefta Aşûra, ku pîroztirîn rêûresma olî ya Şî’eyane.

We çaverê dête kirin nizîkî du milyon û pênc sed hizar kes li seranserê Iraq û cîhanê biçine Kerbela, li bîreweriya kuştina Îmam Hûsên, neviyê Pêxember Muhemed, li şerekê sedeya heftê.

Jimareka zora hêzên parastina Iraqî li Kerbela ne û dîdevan dibêjin helîkopterên Iraqî li asmana wî bajêrî firîn û otombîlên leşkirî li hemî derbazgehên bajêrî dêne dîtin. Herwesa hatin û çûna otombîlên sivil hatiye berbend kirin.

Di şer û lêkdanên roja eynî nêvbera serbazên hukumet û giropeka çekdarên Şî’e li bêjêrên Besre û Nasiriye nizîkî 60 kes hatin kuştin.

Şer û lêkdanê dest pêkir piştî endamên giropa Serbazên Beheştê hêriş kire ser polîs û xelkên sivil.

XS
SM
MD
LG